Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Peywendîyên Tirkîyê bi Amerîka re Ne Baş In


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê piştî beşdarbûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê ji rojnamevana re daxuyanî ragihand.

Li gor Televîzyona Haberturk Tayyîp Erdogan ragihand ku peywendîyên Tirkîyê bi Amerîka re saxlemî nin û divê Washington mijarên ser kirîna Enqerê ya sîstemên parastinê yên Rûsî S-400'an "çareser bike".

"Ez nikarim bêjim ku di pêywenîyên Tirkîye û Amerîkayê de pêyvajoyeke bi saxlemî dimeşe. Me F-35 kirîn, me 1,4 mîlyar dolar dan û ew f-35 nehatin radestkirinê me. Pêdivî ye ku Amerîka pêşî vê yekê çareser bike, " Erdogan got.

Her wiha Erdogan anî ziman ku heke Washington alîkarîyê neke Enqere ewê pêwîstîyên xwe yên berevaniyê ji cîhek din peyda bike.

Peywendîyên di navbera her du hevalbendên NATO'yê di destpêka vê salê de giheşt asteke pir xirab, dema ku Washingtonê jiber S-400'an dijî pîşesazîya berevanîyê ya Tirkîyê tole ragihand.

Hevdem, Washingtonê Enqere ji bernameya firokên F-35, ku kiryar û çêker bû, derxist.

Tirkîyê hêvî dikir ku bi Amerîkayê re li ser Afganistanê hevkarîyê bike, piştî vekişîna NATO'yê bi rêka balafirgeha Kabulê.

Lê,Tirkîyê mecbûr ma ku plana xwe ya bingehîn piştî serwerîya demûdest ya Talîbanê li Afganistanê , biguherîne.

Erdogan ji hingê ve biryara vekişîna Amerîkayê rexne dike û dibêje ku Washington divê ku "bedela" vê gava xwe bide.

Divê her du welat bi hev re wekî heval bixebitin lê "rêka heyî ne xweş e", Erdogan got.

Erdogan bi berdewamî destnîşan kir ku wî û serokê Amerîka Joe Biden "destpêkeke rast pêk neanîne".


XS
SM
MD
LG