Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Erdogan Hizira Betalkirina Seredana Xwe ya Amerîka Dike


Hin karbidestên Tirk îro Duşemê ji Reutersê re ragihand ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hizira betalkirina seredana xwe ya Amerîka dike.

“Erdogan jiber biryara Civata Nûneran ya naskirina kuştinkarîya girseyî ya Ermenîyan wek jenosîd û daxwaza cezayên giran li ser Tirkîyê, difikre ku serdana Washingtonê pêk neyîne,” heman jêderan got.

Yek ji jêderan bi berdewamî got ku biryarên Kongresê zararên mezin digehînin peywendîyên her du alîyan, lê hîn biryara dawîn ya seredanê nehatiye dayîn.

Erdogan li ber e di 13’ê Mijdarê e serdana Amerîka bike, lê jiber operasyona wî ya ser Kurdên Sûrîyê li Amerîka nerazbûneke xurt li dijî wî heye.

Hin endamên Kongresê daxwaz ji Serokê Amerka Donald Trump dikin ku vexwendina ku wî raberî Erdogan kiribû, pûç bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG