Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkiye Dê ji Bo Kirîna Duyemîn Sistema Mûşekên Rûsî Bifikre


Serokê Amerîka Joe Biden Û Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan
Serokê Amerîka Joe Biden Û Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîneke taybet ya bi tora CBS News re got, hikûmeta wî xebatê dike û dixwaze sistema duyan ya mûşekên Rûsî yên berevaniya esmanî bikire, her çende, çendîn care hikûmeta Amerîkî hişyariyê dide Tirkiyê bo kirîna sistema berevaniyê ji Rûsya.

Erdogan got, "Min her tişt ji serok Biden re gotiye," û wî îdîa kir ku redkirina Amerîka ya firotina Patiriotan bo Tikriyê ew paldane ku sistema Rûsî bikirin, lê Washington ev îdia ye red kirine.

Erdogan dîsan got, Amerîka firokên F-35 radestî wan nekirin, herçend wan 1.4 mîlyar dolar pêşwext dabûn jî, û Tikriye ku endama NATO ye ji bo wergirtina bernama firokên F-35 hat derxistin.

Amerîka siza danîn ser hin berpirsên berevaniya Tirkiyê piştî ku Enqerê Sistema berevanî ya mûşekên Rûsî S-400 kirîbûn.

Amerîka bi tundî li dij karanîna sistema berevaniya Rûsî di nava NATO yê de rawestiya û got ku ew sistem dê bibe gefe li ser firokên F-35.

Tirkiye rijde ku dê sistema mûşekên S-400 bi şêweke serbixwe bikar bîne bê ku têkildarî sistema NATO bike, ku bi awayekî nebe gef li ser berevaniya NATO.

Amerîka sala 2020ê siza danîbûn ser Tirkiyê jiber kirîna sistema S-400 ya Rûsî ku yasya Amerîkî ya sala 2017ê hatî derxistin bo bersing girtina Rûsya ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye binpêkirin.

Ev jî cara yekê bû ku yasaya bi navê CAATSA hatî bicih anîn, ku li gorî wê yasayê hevpeymanên Amerîka nabe ji aliyê berevanî û ewlekariyê de xwe nêzî Rûsya bikin.

Derbarê pirsa kanê Tikriyê dê hêşta mûşekên S-400 ji Rûsya bikire, Erdogan got, "Helbet…Helbet, belê." Dîsan got "Di paşerojê de kesek dê nikare destê xwe bixe nava pirsa cûreyê berevaniya ew dixwazin ji her welatekî bikirin, li ser çi ast be yan ji çi welat be, kes nikare mayên xwe di vê de bike, tenê em in, yên ku wê biryarê distînin."

Pirsa kirîna sistema berevaniya Rûsî ji alê Tirkiyê de yek ji xalên herî aloze di têkiliyên Amerîka bi Tirkiyê re, herwiha xala din ya nakokiyan piştevaniya Amerîka ya şervanên Kurd e li Sûriyê, ku Tirkiye wan terorîst dibîne.

Dîsan mana kesatiyê oldar yê Tirk Fethullah Gulen li Amerîka, ku hikûmeta Enqerê wî weke rêxerê derbeya leşkerî ya neserkeftî li Tirkiyê di havîna sala 2016ê de dibîne.

Tê Çaverê Kirin ku Erdogan roja 29ê vê mehê li gel serokê Rûsya Vladimir Putin kom bibe.

XS
SM
MD
LG