Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Erdogan û Biden Dê li Hilcivîna G20 Kom Bibin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê medya fermî ya Tirkîyê ragihand ku serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden dê li Hilcivîna G20 ya li Roma bicivin.

Çaverê ye ku Hilcivîna G20 ya li Roma di 30-31’ê Cotmehê de li dar keve.

Erdogan dîyar kiribû ku peywendîyên Enqere û Washingtonê ne rind in û dabû zanîn ku divê her du dewlet kêşeyên ser kirîna sîstema berevanî ya Rûsya çareser bikin.

Wî gotibû ku divê Tirkîye û Amerîka bi awayekî dostane hevkarîyê bikin, lê gotibû ku rewişa niha ne baş e û wan bi Biden re bi awayekî rind destpê nekiriye.

XS
SM
MD
LG