Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Xwepêşandêrên Zanîngeha Bogazîçî Wek 'Terorîst' bi Nav Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê xwepêşandêrên xwendevan yên zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê 'terorîst' bi nav kir.

Erdogan soz da ku ewê xwepêşandanên dijî erkdarkirina aligirêke hikûmeta wî yê rektorê zanîngeha Bogazîçî têk bibin.

Erdogan îro bi rêya vîdyo konferansê ji endamên partîya xwe ya desthilat Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku kongreyên herêmî li dar dixin de axifî.

"Ez van ciwanên ku endamên komên terorîst in, yên mîna ku nirxên netewî û ahlaqî yên welatê me parve dikin, qebûl nakim," Erdogan got.

Wî bi berdewamî wiha got:

"Gelo hûn xwendekar in yan hûn terorîst in ku hewl didin tê kevin ofîsa rektor û dagir bikin? ”

Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçî piştî ku Erdogan, di 1'ê Rêbendanê de Melîh Bulu wek rektorê zanîngehê erkdar kir, bi hefteyan in ku nerazîbûnên xwe bi protestoyên cûrbecûr nîşan didin.

Akademîsyen Melîh Bulu endameke partîya desthilatdar ya Erdogan Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bû.

Bulu, gelek caran hewl dabû ji vê partîyê bo endamtîya parlementoyê bibe berbijar.

Xwendekar û akademîsyen daxwaz dikin Bulu karvekişindina xwe dîyar bike û herwiha destûr were dayîn ku rektorê xwe hilbijêre.

Ew dibêjin ku erkdarkirineke bi wî rengî binpekirina azadîyên zanistî ye.

Polîsan bi ser hin malên xwendekaran de girtibûn û di xwepêşandanan bi sedan xwendevan desteser kiribûn.

Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmeta wî ewê destûrê nede xwepêşandanên dijî hikûmetê yên girseyî yên mîna sala 2013'an ku li seren serê Tirkîyê rûda bû.

"Ev welat dê nebe welateke ku terorîst lê serdest bibin. Emê ti carî destûrê nedin vê yekê.Ev welat dê destûrê nede ku bûyerên mîna bûyerên Gezî yên li Taksim jinûve zindî be," Erdogan got.

Xwepêşandanên 2013'an yên li Tirkîyê bi sedema nerazîbûnên dijî planên hikûmeta Erdogan ya bo avakirina Parka Gezî li tenişta qada sereke ya Stenbolê Taksîm, dest pê kiribû.

Hevdem, Erdogan ragihand ku di sibêroja Tirkîyê de cîhê nirxên LGBT tune ye.

Piştî ku li Zanîngeha Boğazîçî, komek xwendevanan di pêşêngeheke de cîh dan postereke ku Kabeya pîroz bi alên LGBT nîşan dida girje zêde bûn.

Di encamê çend xwendevan bi sûcdarîyên bi destdirêjî û nefretka dijî nirxên olî hatin girtin.

Di protestoyên rojên Duşem û Sêşemê zêdetirî 250 xwepêşander hatin desteser kirin.

Hevdem, nêzî 70 kes jî di protestoya bo piştvanîya xwendavanên Boğazîçî ya li paytext Enqereyê hatin binçav kirin.

Ji alîyê din, îro Melîh Bulu ji rojnamevanan re dîyar kir ku nêta wî tune ye ku ew ji posta rektorkarîyê kar vekişindina xwe ragihîne.

Bulu, bi gelemperî zanîngeha Boğazîçî wek Harvarda Tirkîyê bi nav dike.

Wî dubare kir ku armanca wî ev e ku Boğazîçî bike yek ji 100 zanîngehên herî baş ya cîhanê.


XS
SM
MD
LG