Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê bo Endambûna YE Referandumeke Wek Brexit'ê li Dar Xînin


Erdogan, dema referanduma 16'ê Nîsanê
Erdogan, dema referanduma 16'ê Nîsanê

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dîyar kir ku ewê jibo peyvajoya bo endambûna Yekîtîya Ewrupa (YE) referandumekê li dar xînin.

Erdogan, di kanaleke Hîndistanê de da zanîn ku YE ne durist e û Tirkîyê li devî derî disekinîne.

‘’Tirkîye dê rêka xwe ya nû bi referandumeke wek Brexit’ê eşkere bike’’ Erdogan got.

Tirkîye di sala 2005’an de bûbû welatê berbijêr ya YE.

Peywendîya YE û Tirkîyê ji referanduma 16’an vir ve di nav girjîyê de ye.

Herî dawî, Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) fikarên xwe derheqa girtinên girseyî û nûkirina rewşa awarte li Tirkîyê ragihandibû.

XS
SM
MD
LG