Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Dadgehên Me Serbixwe Ne û Ew Dê Ser Brunson Biryarê Bidin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ji Reutersê re got ku ‘’biryara dawî, ne karbidestên sîyasî dê dadgeh bide’’

Brunson, ji Cotmeha 2016an vir ve li Tirkîyê girtî ye û bo wî jiber ‘’sîxurî’’ û ‘’li ser navê rêxistina terorê kirina tawanan’’ heta 35 sal cezaya girtîgehê tê xwestin.

Karbidestekî Tirk ji rojnameya Wall Street Journal re gotibû ku ‘’Brunson dibe ku di rûniştina 12’ê Cotmehê de were berdan’’

Erdogan ji Reutersê re da zanîn ku ew nizanin dadgeh dê di 12’ê Cotmehê de çi biryarê bide û dîyar kir ku sîyasetvan nikarin bandorê li ser dadgeha serbixwe çêbikin.

‘’Wek serokomar ez nikarim fermana berdana wî bidim. Dadgehên me serbixwe ne. Em li bendê bin û bibînin ka dadgeh çi biryarê dide’’ Erdogan got.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kiribû ku ew hêvî dikin ku Brunson di vê mehê de were berdan.

Wezareta Derve ya Amerîka piştre dabû zanîn ku Pomope tenê hevîyên xwe gotine û dîyar kiribû ku di destê wan de ser Brunson ti agahîyeke nû tune ye.

XS
SM
MD
LG