Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan jibo Vegerandina Cezayê Mirinê Çiraya Kesk Vedixe


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku ger parlaman pêşnivîsa qanûnekê derbarê vegerandina cezayê îdamê ji wî re bişîne, ew dikare wê yekê bipejirîne, .

“ Min berê jî gotibû, ger parlamento di encama karê wezareta me ya dadê de biryara vegerandina cezayê darvekirinê bide, ezê vê biryarê bipejirînim,“ Erdogan got.

Ev agahî ji hêla Televîzyona NTV ya Tirk ji zarê Erdogan hat ragihand.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag di dawîya hefteyê de gotibû ku hikûmeta Erdgan wê hizra vegerîna cezayê darvekirinê bike ku di sala 2004'an de hatibû betal kirin.

Bozdag ev daxuyanî da piştî ku Erdogan berê ev mijar bi sedema şewatên daristanan anîbû ziman.

Erdogan hîngê gotibû ku ger hewce be, cezayê mirinê jinûve dikare were rojevê.

Hevalbendê Erdogan yê neteweperest Devlet Bahçelî piştgirî dabû wê nêrînê û gotibû ku divê di dozên teror, destdirêjîya seksî û kuştina jinan de ew ceza were xebitandin.

XS
SM
MD
LG