Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê ragihand ku wê Tirkîyê di demeke nê buhayê berhaman daxîne.
Erdogan di axaftina xwe ya bo parlementerên partîya xwe ya desthilatdar AK Partîyê de got ku rêjeyên enflasyonê rastîyên aborî yên Tirkîyê destnîşan nakin.
Wî da zanîn ku ev hêvî dike havînê sûdên sîyaseta aborî ya revebirîya xwe bibîne.
Hêjayê bîr xistinê ye ku li Tirkîyê enflasyona salane di meha Berfanbarê de
wek ji % 36 hatibû ragihand.
Pispor dibêjin ku ev rêjeya bilind ya enflasyonê bi giranî bi sedema krîza diravî ya ku ji hêla sîyaseta Erdogan ya rêjeyên kêm yên faîzê, derketiye holê.