Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Plana Erdogan ya Gotûbêjên ligel Esed, Sûrîyên li Tirkîyê bi Tirs In


Malbateke Sûrî ku wek penaber li Tirkîyê ye. Enqere, Cotmeh, 2023
Malbateke Sûrî ku wek penaber li Tirkîyê ye. Enqere, Cotmeh, 2023

Plana serok Recep Tayyîp Erdogan ya çaverênekirî ser vexwendina serokê Sûrîyê Beşar Esed jibo gotûbêjan di nava penaberên Sûrî yên li Tirkîyê de tirsa vegerandina bi zorê zêde kiriye. Ev yek tê hefteyekê piştî ku pêleke tundîya dijî wan dîmenên metirsîdar derxistibûn holê.

Piştî derketina şerê navxweyî yê Sûrîyê, Enqerê peywendîyên xwe yên bi Şamê re qut kir û dest bi piştgirîya opozisyona çekdar ya dijî rejîma Esed kir. Herwiha, Tirkîyê li bakurê Sûrîyê "herêma ewle" ava kir ku niha leşkerên Tirk lê bi cih bûne.

Lê di du hefteyên dawî de Erdogan bi awayekî dubarekirî pêwîstîya jinûve destpêkirina peywendîyên Tirkîyê û Sûrîyê destnîşan dike.

Erdogan do Yekşemê got ku Tirkîyê dibe wê ji niha pê ve, "di her çirkeyê de" vexwendinê bişîne jibo xebata ser vejandina peywendîyên bi Sûrîyê re.

Lê karbidestên Sûrî bi berdewamî dibêjin ku asayîkirina peywendîyan pêkan e, lê tenê bi şertê ku dema Tirkîyê bi hezaran leşkerên xwe ji bakurê rojavayê Sûrîyê vekişîne.

Samîr Abdullah, ji Navenda Harmoon ya sivîl, li Stenbolê ragihand ku tirs hene Erdogan bi Esed re peymaneke çêbike û Sûrîyan vegerîne herêmên welêt yên di bin destê Şamê de.

"Herwiha hin kes jî hene ku ditirsin wê belgeya welatîbûna wan ya li Tirkîyê were betal kirin," wî got.

Li Tirkîye ji hemû walatên din zêdetir penaber hene, ku tê pêşbînî kirin pirtir sê mîlyon ji wan Sûrîyên ku jiber şer revîyane.

Ligel vê hejmara bilind ya Sûrîyan, gelek Tirk fîkar û hêrsên xwe dîyar dikin, jiber ku ser vegera wan gumanbar in. Loma Erdogan neçar maye ku soza gotûbêjên bi Esed re bide jibo piranîya penaberên Sûrî.

Ehmed yê 19 salî, xwendekarekî Sûrî li navçeya Eyupsultan ya Stenbolê ye.
Wî bal kişand ku ku malbata wî jiber nerazîbûnên dijî koçberan li Tirkîyê hizra firotina milkên xwe dikin.

"Ew ditirsin tevî ku ew (Sûrî) xwedî welatîbûna Tirkîyê ne jî," Ehmed got. Wî jiber sedemên ewlehîyê paşnavê xwe eşkere nekir.

Li navçeya Sultanbeylî ya qerebalix li Stenbolê, ku gelek penaberên Sûrî dijîn, rûniştvanan got ku êrîşkaran camên dikaneke Sûrî şikandine û sloganên dijî koçberan avêtine.

Dayikek Sûrî jî got ku kurê wê 8 salî ye û niha "dixwaze li hundir bimîne jiber ditirse xelk zararê bidin me."

Tora Sûrî ya Mafên Mirov, ku bingeh li Brîtanya ye, roja Înê gotku Sûrîye jibo vegerandina bi mîlyonan penaberên ji Tirkiyê ne ewle ye.

Hefteya borî, Erdogan, ku helwesta xwe ser koçberan berî hilbijartinên seroktîyê yên sala borî tundtir kiribû, got ku 670 hezar kes vegerîyane cihên niştecihbûnê yên li bakurê Sûrîyê û li bende ye ku 1 mîlyon kesên din jî vegerin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG