Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Ser Qutkirina Gazê ya ji Hêla Rûsya vê Rexne li Ewrupa Dike


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Sêşemê dîyar kir ku Rûsya bo tolhildana toleyan, gaza xwezayî ya bo Ewrupa qut dike.

Erdogan bi berdewamî anî ziman ku toleyên Rojava rê dide Putin ku ew bi karanîna enerjîyê bersîva tolhildanî bide û Ewrupa berdela kiryarên xwe dide.

"Putin hemû derfet û kanînên xwe bi kar tîne û ji van ya herî girîng gaza xwezayî ye. Mixabin - em vê naxwazin lê - li Ewrupa rewşeke wiha ava dibe."

Li serenserî Ewrupa bi nêzîkbûna zivistanê metirsî zêde bûne, piştî ku Rûsya roja Yekşemê ragihand ku wê herikîna gazê ya bi rêya borîya Nord Stream 1 bo Almanya heya demeke nedîyar bi tevahî rawestandiye.

Kremlîn dibêje ku di hin motorên wê yên li îstasyona Portovaya de kêşe hene û jiber toleyan ew nikarin wan çêkin.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov do Duşemê da zanîn ku ger tole werin rakirin wê şandina gazê jinûve destpê bike.

Erdogan di wî warî de jî eşkere kir ku bo Tirkîye peydakirina gaza xwezayî tuneye.

"Ez bawer dikim ku wê Ewrupa di vê zivistanê de rûbirûyê pirsgirêkên cidî bimîne.Lê, pirsgirêkeke me ya wiha tuneye."

Tirkîye ku endama NATO ye bi rexnekirina êrîşa Rûsya û şandina çekan ji Ukrayna re hewil dide ku di navbera Moskow û Kyivê de hevsengîyê çêke.

Lê, Tirkîye hevdem dijî toleyên Rojavayî yên ser Moskowê jî disekine û bazirganî, turîzm û kirîn, firotinê bi Rûsya re didomîne.

XS
SM
MD
LG