Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em Biryara Kongresa Amerîkî Nas Nakin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ew biryara Civata Nûneran ya Amerîkî nas nake ku qirkirina girseyî ya Ermenîyan ji alîyê Osmanîyan ve wek jenosîd anku tevkujî qebûl kirin.

“Em bi tundî wê biryarê şermezar dikin. Em bi vê biryara dijî me ya ji hêla parlamana welatekî pir xemgîn bûn. Emê vê biryarê wek haqareteke dijî welatê me bihesibînin.”

Erdogan ser biryara Civata Nûneran ya şermezarkirina operasyona leşkerî ya Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê jî bi zimanekî bertek nîşan da.

“Emê ti car kesên ku ser xatirê PKKê, ku ew rêxsitneke terorê û kujera bi deh hezaran kes e, êrîş dibin ser Tirkîyê qebûl nekin,” Erdogan bi berdewamî got.

Erdogan wek bersîva pirseke ji rojnamevanan got ku wî hîn biryara dawî nedaye ku wek plankirî seredana Amerîka pêk bîne yan ne.

XS
SM
MD
LG