Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand ku di êrîşa çekdarî ya Hewlêrê de dîplomatekî Tirk û kesekî din yê sivîl hatin kuştin.
Zilamekî çekdar teqe li xwaringehekê ku dîplomatên Tirk lê fîravîn dixwarin, kiribû û dû re bi alîkarîya hevkarê xwe, bi trombîlekê ji cîhê bûyerê revîbû.
Demûdest ti kes berpirsîya êrîşê ranekir ser xwe, lê karbidestên Kurd ragihand ku ew vekolîna bûyerê didomînin ku berpirsên êrîşê bînin pêş dadgehê.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan êrîş şermezar kir û ji karbidestên Îraqî xwest ku demûdest kujeran bigirin.
"Ez êrîşa hovane ya dijî karmendên me yên konsulxaneya me şermezar dikim. Me jî karbidestên Îraqî xwest ku di demeke kurt de berpirsên wê êrîşê desteser bikin,” Erdogan ji ser Twitterê got
Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê jî ragihand ku di êrîşa çekdarî de karmendekî konsulxaneya Tirk hate kuştin û vê gavê vekolîna desteserkirina êrîşkaran berdewam dike.
Karbidestên Kurd berê ji Reutersê re ragihandibû ku di êrîşê de, herî kêm 3 dîplomatên Tirk hatine kuştin.