Berdevkê Serokamarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin dîyar kir ku dê di 9'ê Tîrmehê de hikûmeta nû were ragihandin.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) roja Pêncşemê encanên dawî yên hilbijartinê eşkere kiribû û dabû zanîn ku Recep Tayyîp Erdogan bo serokomarîyê hatiye hilbijartin.
Kalin ji Twiiterê da zanîn ku Erdogan dê roja Duşemê li parlamentoyê sond bixwe û dûre bi daxuyanîyekê wezîrên nû ragihîne.
Li gor encamên YSK'ê, Erdogan di hilbijartinê de 26,330,823 deng sitandibûn û rikeberê wî ya pêşî Muharrem Înce jî 15,340,321 deng sitandibû.