Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan, Ekrem Îmamoglu Pîroz Kir


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ser encamên hilbijartina Stenbolê berbijarê Tifaqa Gel yê ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu pîroz kir.

Erdogan daxuyanîya pêşî ya derbarê encamên nefermî yên hilbijartina Stenbolê ji Twitterê da.

‘’Îradeya neteweyî careke din pêk hat. Ekrem Îmamoglu yê li gor encamên nefermî bi ser ketiye pîroz dikim’’ Erdogan nivîsî.

Li gor encamên nefermî Ekrem Îmamoglu, berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirm bi pirtirê 800,000 deng derbaz kir.

Şirovekarên sîyasî didin zanîn ku hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di serketina Îmamoglu de roleke girîng lîstine.

XS
SM
MD
LG