Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Serokê Îsraîlê Wê di Sibatê de Serdana Tirkîyê Bike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pencşemê dîyar kir ku Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog ewê di meha Sibatê de serdana Tirkîyê bike.

"Bi vê serdanê re, di peywendîyên Îsraîl û Tirkîyê de serdemeke nû dikare destpê bike," Erdogan got.

Erdogan ev daxuyanî di hevpeyvîneke bi Televîzyona NTV ya li Tirkîyê de, ragihand.

Peywendîyên di navbera Tirkîyê û Îsraîlê de - ku demekê hevalbendên herêmî yên nêzîk bûn - di bin serokatiya Erdogan de, ku rexnegirek eşkere ya sîyaseta Îsraîlê yên li hember Filistînîyan e, têk çû bûn.

Herî dawî Tirkîyê 2018'an de balyozê xwe ji Îsraîlê vekişandibû, piştî ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ya veguhestinê Qudsê kiribû.

Hevdem, ji ber vê yekê Îsraîlê jî balyozê xwe ji Tirkîyê paşve kişandibû.

XS
SM
MD
LG