Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em Ser Plana Parastina Firîngeha Kabulê Erênî Difikrin


Erdogan li bakurê Qibrisê

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Sêşemê di dema serdana bakurê Qibrisê de li ser parastina firîngeha Kabulê ya piştî hêzên vekişîna Amerîka axifî.

Ajansa Anadolu ya Dewleta Tirk ji zarê Erdogan ragihand ku hikûmeta wî di derbarê vê ramanê de bi rengekî erênî difikrê, lê şert û mercên wan hene.

"Ya yekê, divê Amerîka ji alîyê peywendîyên dîplomatîk de pişta Tirkîyê bigire. Ya duyê, divê ew derfetên xwe yên lojîstîkî jibo Tirkîyê pêşkeş bik û ya dawîn jî divê ew di mijarên darayî û revebirîyê de piştgirîya pêdivî pêşkêş bike,” Erdogan got.

Erdogan herwiha ragihand ku jibo plana Tirkîyê ya rêvebirin û parastina firîngeha Kabulê divê bi Talîban re biaxifin.

Erdogan qebûl kir ku Talîban jiber planên pêşniyarkirî yên Tirkîyê ne razî ye.

'Di vê pêyvojayê de emê bi Talîban re jî gotûbêjan bikin. Talîbanê berê bi Amerîka re danûstandin kiriye û divê danûstandinan bi Tirkîyê re hêsantir pêk bîne.'

Rêxistina Talîban hefteya borî plana Tirkîyê şermezar kiribû û derbarê encamên neyênî yên kiryarên Enqerê de hişyarî dabû.

Erdogan roja Duşemê dîyar kiribû divê Talîban dawî li dagirkirina axa birayên xwe bîne.

Wî derheqa daxuyanîya Talibanê de got ku ji hêla Talîban ve hevokeke wek 'Em Tirkîyê naxwazin' tune ye.

XS
SM
MD
LG