Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê Piştgirîya ji Hikûmeta Serac re Zêde Bikin


Erdogan û Serac (Arşîv)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku Tirkîyê wê piştgirîya xwe ya jibo hikûmeta Fayez el Serac zêdetir bikin.

Erdogan, di preskonferanseke hevbeş ya ligel Serac de, li Enqerê got ku kêşeya Lîbyayê tenê di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de, bi rêkên sîyasî dikare were çareser kirin.

“Xelîfa Heftar û piştevanên wî li pêşîya aştîyê astenga herî mezin in,” Erdogan got.

Hêjayî balkişandinê ye ku hêzên Heftar bi piştgirîya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Rûsya û Misirê, ji Nîsana 2019’an vir ve êrîşî paytext Trablusê dikin, lê di mehên dawî de neçar dimînin ku paşve bikşînin.

Erdogan herwiha got ku Tirkîye û Lîbya dê xebatên hevbeş yên lêgerîn û derxistina gaz û petrolê li rojhilata Derya Sipî xurtir bikin.

XS
SM
MD
LG