Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bi Pêgirî Berevanîya Sîyaseta Xwe ya Aborî Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê ragihand ku tedbîrên jibo parastina nirxê lîraya Tirkî (TL) gehîştine armanca xwe.

"Bernameya ku me jibo nirxê lîraya Tirkî di nav pîvanên aborî ya bazara azad de bigihîne asteke maqûl ragihand, gihiştiye armanca xwe."

Erdogan bi berdewamî careke din berevanîya biryara xwe ya kêmkirina rêjeyên faîzê kir.

"Hin kes do derketin û got ku bo kirîna Foreksê niha dema herî baş e, ev daketina TL wê bidome. Mejiyê wan av girtiye," Erdogan got.

Piştî ku roja Duşem û Sêşemê nirxê lîraya Tirkî bi rengekî xurt bilind bû, îro yek dolarê Amerîkî bi 12.48 TL hat firotin û li hember dolarê ji sedî 0.6 nizim bû.

Lê, di vê salê piştî polîtîkayên diravî yên tund ku ji hêla Erdogan ve têne meşandin, nirxê lîrayê % 40 kêm bûye.

Dema ku Erdogan roja Duşemê plana hikûmetê ya bo parastina nirxê lîrayê ji daketina pir zêde ragihand, dirav daket asta herî nizim ya neditî û yek dolarê Amerîkî bû 18.40 TL.

Lê, piştre nirxê TL bi tundî di bazirganîya bazaran de, kom bû.

Pêzanînên Bankaya Navendî ya Tirkîyê destnîşan dikin ku zêdetirî nîvê cureya desketîyên diravî ku di destê Tirkan de ye diravên bîyanî û zêr e, jiber ku pêbawerîya bi TL’yê bi sedema daketina nirxê kêm dibe û hevdem pêbawerîya bi banka navendî jî têk diçe.

Pispor û analîst dibêjin ku soza hikûmetê ya di rewşa daketina nirxê TL’yê de ewê zararên kesên ku xwedî hesabên TL yên di bankayan de hikûmet bide; tê vê wateyê ku her nizimbûnek dikare enflasyonê bilind bike û kêmbûna budceyê zêde bike.

JPMorgan ragihand ku heke nirxê TL’yê di nav şeş mehan de ji %12 dakeve dê budçeye neteweyî ji % 1 zêde bibe.

Banka Navendî roja Sêşemê got ku ewê piştgirîyê bide veguhestina hesabên diravên bîyanî ji îraya Tirkî re.

Di bin zexta Erdogan de, banka navendî ji meha Îlonê û vir ve rêjeya faîzê penc puan daxistibû.

Erdogan soz dide ku ewê sîyaseta xwe ya kêmkirina faîzê bidomîne, di demekê de ku partîyên opozîsyonê jiber hilweşandina TL’yê banga hilbijartinên pêşdem dikin.

Hikûmeta Erdogan, bilindbûna nirxê lîrayê ya roja Duşemê wek serketineke sîyaseta xwe dîyar kir.

Lê, aborîzan dibêjin ku modela rêjeya nizim ya faîzê ya Erdogan bê hişmendî ye.

Ew hişyar dikin ku rêjeya enflasyon ê ya ku niha ji % 21 e, sala were dê ji % 30 bilind bibe.

Banka navendî got ku wê vê mehê de 5 caran rasterast mudaxele kiriye da ku piştgirîya nirxê TL’yê bike.

Herwiha, bankayê îro Çarşemê da zanîn ku wê di destwerdana xwe ya yekê ya 1’ê Rêbandanê de 844 milyon dolar firotiye.

Erdogan îro got ku ewê nehêlin welatî bi bilindbûna enflasyon û faîzê hilweşin û dûbare kir ku ewê di sîyaseta xwe de, paşve gav neavêje.

"Em dizanin ku em çi dikin, çima em dikin, emê çawa bikin, em ber bi ku ve diçin û emê bigehîjin ku derê," Erdogan got.

XS
SM
MD
LG