Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkîyê Dikare Kampa Mexmûr ya Penaberan Bike Aramanc


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Tirkiye dê kampeke penaberan "paqij" bike ku ew dibêje jibo mîlîtanên Kurd penagehek ewledar peyda dike.

Erdogan gef kirin ku dê êrîşên xwe yên leşkerî di hindurê axa Îraqê de kûrtir bike. Erdogan êvara Sêşemê di hevpeyivînekê de ji televîzyona dewletê TRT re axivî û got "Heke Neteweyên Yekbûyî (NY) wê paqij neke, emê wek endamekî NY bikin," Erdogan got,

Erdogan anî ziman ku Enqere bawer dike ku Mexmûr gefeke hevdem ya mezin ya mîna keleha PKK'ê ya li çîyayên Qendîlê pêk tîne.

Hêzên Tirkîyê di sala dawî de êrîşên dijî bingehên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya dij qanûnî yên li hindurê bakurê Îraqê zêde kir û bi giranî li ser hêleke herêmê bi qasî 20 kîlometreyê ketiye di hundirê axa Îraqê de.

Lê, Erdogan got ku Mexmûr, kampeke li 180 km başûrê sînorê Tirkîyê cîh digire û zêdeyî bîst salan in, ku bi hezaran penaber lê dijîn, bo mîlîtanan 'hêlîn' e û divê were çareser kirin, "Ma emê heta kengî li ser wê sebir bikin?" Erdogan got.

Karbidestekî payebilind yê Îraqî ji Reuters re got ku Tirkîyê hefteya borî jiber "çalakiyên terorîstî yên ku PKK ji kampa Mexmûr dijî Tirkîyê daye destpê kirin", gilî li Bexda kiriye.

Karbidest ragihand ku fermandarên ewlehîyê û karbidestên herêmî li ser gilîyê Tirkan lêpirsîn kirine û ji hikûmetê re gotin ku Mexmûr ji hêla şervanên PKK'ê ve tê kontrol kirin ku destûrê nadin hêzên hikûmetê xwe bigehînin wir.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê, bersîva daxwaza şirovekirinê neda.

Kampa Mexmûr di salên 1990'an de hate damezrandin dema ku bi hezaran kurdên ji Tirkîyê ji sînor derbaz bûn ku Enqere dibêje ku ew gav bi zanebûn ji hêla PKK ve hatiye provakasyon kirin.

PKK, ku ji hêla Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) ve wek rêxistinek terorîst tê nas kirin,ji 1984'an vir ve, bi giranî li başûr-rojhilata Tirkîyê bi giranî dijî dewletê serî rakiriye. Di pevçûnê de heya niha zêdeyî 40.000 kes hatine kuştin.

Kampa Mexmûr salek berê bû armanca êrîşên esmanî yên Tirk, her çend wê demê ser kuştinan ragihandin tune bû jî ,lê karbidestekî payebilind yê Tirk got ku ew niha jibo Enqereyê ne mijareke pêşîn e.

Wî ragihand ku Kampa Mexmûr bo êrîşên dijî Tirkîyê yan hêzên çekdar yên Tirk, wek yek ji navendên lojîstîkî tê bikar anîn. "Niha dem hatiye, divê ew ji PKK were paqij kirin," karbidest got.

XS
SM
MD
LG