Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amerîka Divê ji Minbicê Derkeve


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan rola Amerîka ya li Sûrîyê rexne kir.

Erdogan dîyar kir ku Amerîka divê ji Minbicê derkeve û da zanîn ku Washington li Sûrîyê dijî helwestên Tirkîye, Îran û Rûsya tevdigere.

‘’Hûn çima li wir disekinin? Ka derkevin ji wir. We kî anî wir? PYD, YPG, PKK. Hûn wan tînin wê derê û ji me re jî dibêjin neyên Minbicê. Em dê werin Minbicê û wî bajarî radestî xwedîyên wê yên rast kin, ferqa me ew e.’’ Erdogan got.

Jiber êrîşên Tirkîyê yên dijî Efrînê di navbera Washington û Enqerê de girjî çêdibin.

Amerîka di şerê dijî dijî DAIŞ’ê de piştgirîyê dide YPG’ê û Eneqere YPG’ê wek baskeke PKK’ê dibîne.

XS
SM
MD
LG