Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Plana Erdogan ya Vegerandina Penaberan bi Tundî Rexne Dike


Hin penaberên Sûrî li Entabê (Arşîv)
Hin penaberên Sûrî li Entabê (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrîyê SANA îro Înê ragihand ku karbidestên Sûrî plana ku Tirkîyê ya vegerandina mîlyonek penaberên Sûrî ji 'herêma ewle' ya ser sînor re red kir.

Ajansa SANA ev agahî ser bingeha daxuyanîya wezareta derve ya Sûrîyê ya îro ragihand.

"Hikûmeta Komara Erebî ya Sûrîyê bi tevahî van lîstikên Erdogan yên êrîşkar red dike," wezaretê got.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di destpêka Gulanê de dîyar kiribû ku Enqere armanc dike ku mîlyonek penaberên Sûrî bi razibûna wan vegerîne welatê wan û xanî û binesazîya xwecîhî ji wan re peyda bike.

Li Tirkîye pirtir ji 3.6 mîlyon penaberên Sûrî hene ku piştî şerê navxweyî ku di 2011'an de destpê kiriye, revîne wî welatî.

"Daxuyanîyên erzan yên Erdogan lîstikên êrîşkar yên rejîma wî yê hemberî Sûrîyê û yekîtîya ax û gelê wê eşkere dike," wezaretê got.

Erdogan jiber zêdebûna hêrs û nerazîbûnên ser hebûna penaberan li Tirkîyê, rûbirûye kêşeyan dibe.

Hin pispor bal dikşînin ku mijara penaberan di rojeva hilbijartinên sala pêş de dibe ku bibe mijara herî serekî be û Erdogan gelek bi baldarî ser vê yekê jî hesaban dike.

Erdogan ragihandibû ku ji sala 2016'an vir ve dora 500 hezar Sûrî vegerîne 'herêmên ewle' yên ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê.

Tirkîyê, herema ku ew wek ' herema ewle' bi nav dike, di bin kontrola komên çekdar yên ser bi Enqere ye.

Bi gotina Tirkîyê 'herema ewle' bi rengekî wiha hatiye ava kirin ku rê li ber Sûrîyên ku jiber şer koçber bûne derbazî axa Tirkiyê bibin, lê derfet bide ku ew kesên ku berê koçber bûne paşde bişîne.

Wezareta Sûrî di daxuyanîya xwe ya îro de ragihand ku armanca serekî ya Tirkîyê kdaagirkerî ye.

"Armanca serekî kolonyalîzm e. Herema ku qaşo herema ewle ye, di rastîyê de paqijkirina etnîkî ye," wezaretê got.

Enqere gelek caran êrîşên leşkerî dibe ser heremên di bin kontrola Kurdan li Sûrîyê, jiber ku komên çekdar ku ew wek terorîst dihesibîne li wir in.

Li Sûrîyê şer û pevçûnên navxweyî di 2011'an de tepeserkirina hovane ya xwepêşandanên aştiyane dest pê kir û ji demê vir ve nêzî 500 hezar kes hatine kuştine.

XS
SM
MD
LG