Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê axifîn.
Jêderên serokomarîya Tirkîyê didin zann ku Erdogan û Putin ser peywendîyên Enqere û Moskowê û korîdora dexilûdan axifîne.
Li gor wan jêderan, Erdogan ji Putin re daye zanîn ku dirêjbûna şerê li Ukrayna rîskan zêde dike û gotiye ku divê danûstandinên dîplomatîk çêbin.
Erdogan do Pêncşemê ser dirêjkirina dema peymana dexilûdan spasîya Kîev û Moskowê kiribû.
Tirkîye û Neteweyên Yekbûyî (NY) bo wê peymanê navbeynkarî dikin ku dema wê ya li ber tijebûne 120 rojên din hat dirêj kirin.