Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Putin Ser Herêma Îdlibê Axifîn


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna li Moskowê preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Her du rêber pirtir derbarê herêma Îdlib ya Sûrîyê axifîn.

Putin da zanîn ku ew bo Îdlibê ketine fikaran û dîyar kir ku divê ew der nebe ‘’navenda çekdaran’’

‘’Terorîstên li herêma Îdlibê dijî bingehên leşkerî yên Rûs gefan dixwin. Min û Erdogan me biryar da ku em tedbîrên nû bistînin’’ Putin got.

Wî ser herêma ewla ya li başûrê Tirkîyê jî got ku bo yekîtîya axa Sûrîyê baş e.

Erdogan jî da zanîn ku hêzên hikûmeta Sûrîyê bi êrîşên li Îdlibê aramî xirab kirine.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kir ku li Îdlibê ji Gulanê vir ve pirtirê 500 kes hatine kuştin û bi qasî 1200 kes jî birîndar bûne.

Wî da zanîn ku ew dixwazin ku şerê li Sûrîyê raweste û got ku ew jî yekîtîya axa Sûrîyê diparêzin.

Artêşa Sûrîyê di hefteyên borî de operasyonên dijî Îdlibê gurtir kirine.

Piranîya Îdlibê di bin kontrola Heyet Tahrîr Şam de ye ku ew rêxistin girêdayî El-Qaydê ye.

XS
SM
MD
LG