Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Wî û Putin Ser Navendeke Nû ya Gazê li Hev Kiriye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê da zanîn ku wî û hemtayê wî yê Rûs ser navenda gazê li hev kiriye.

Erdogan dîyar kir ku li gor lihevkirinê ewê li Tirkîyê navendeke gazê çêkin.

Wî got ku Putin daye zanîn ku Ewrupa dikare gazê ji navenda li Tirkîyê bistîne.

Bi şerê Rûsya û Ukrayna re bo Ewrupa krîza gazê çêbû.

Rûsya dide zanîn ku di xetên gazê de qutbûn çêdibin û toleyên Ewrupa rê nadin ku ew borîyan tamîr bikin.

Welatên Ewrupa, ku bo gazê girêdayî Rûsya ne, Moskow bo toleyan sist bike gazê wek gef bi kar tîne.

XS
SM
MD
LG