Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Amerîka Divê Dijî PYD'ê Be


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de bang li Amerîka kir ku dijî Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bisekine.

Erdogan dîyar kir ku ti sînorê Amerîka bi Sûrîyê re tune û ew tenê jiber derfetan dikare bi awayekî serbest were herêmê.

‘’Heta niha we bi DAIŞ’ê re têkoşîna çi kir? We çend çekdarên DAIŞ’ê kuştin yan we ew şandin kû? Em baş dizanin ku li herêmê kî bi kê re dixebite. Êdî mafê ti kesî tune bo karanîna DAIŞ’ê tune’’ Erdogan got.

Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hevalbendê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye. Yekîneyenên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike û Tirkîye wê wek baskeke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne.

XS
SM
MD
LG