Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tirkîyê Erdogan Projeya 'Qanala Stenbolê' Da Destpêkirin


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemîyê projeyeke çêkirina qanaleke ya binavê 'Qanala Stenbolê' ya bi 15 mîlyar dolarî da destpêkirin.

Armanca projeya qanalê wek kêmkirina barê giran yê ser rêka Tengava Stenbolê tê ragihandin.

Erdogan cara yekê ev projeya xwe deh sal berê dîyar kiribû, ya ku çêkirina rêkêk avê ya ku bi 45 km di nav behrê û çandinîyên li qeraxa rojavayê Stenbolê pêşkeş dike.

Lê, rexnegirên projeyê zexmbûn, hêzdarbûna projeyê rexne dikin û dibêjin ku ewê zararê bide jîngehê.

Erdogan di merasîma destpêkirina projeyê de axifî.

"Em Qanala Stenbolê wek projeya xilaskirina pêşeroja Stenbolê ye dibînin.Em di dîroka pêşketina Tirkiyeyê da rûpeleke nû vedikin , " Erdogan got.

Erdogan got ku ewê çêkirina qanalê di nava şeş salan de were temam kirin.

Hikûmet dibêje ku li gor paşerojê hejmarên keştî û tankerên ku ji Tengava Stenbolê -di navbera Deryaya Reş û Deryaya Marmara-, derbaz dibin her diçe bilind dibe û ew jibo bajarê Stenbolê ya bi şênîya 15 mîlyonan, xeterîyeke mezin derdixe holê.

Tengava Stenbolê -di navbera Deryaya Reş û Deryaya Marmara- de ye, ku herema bajarê Stenbolê ya li hêla Asyayê û Ewrupayê ji hev vediqetîne.

Niha her sal ji Tengava Stenbolê 43.000 keştî derbaz dibin, ku ji 25.000 keştîyên ku hikû met wek ewle dihesibîne, pir bilindtir e.

Her wika karibdestên Tirk dibêjin ew hejmarên bilind yên keştîyan dibin sedam demên dirêj yên bendewarîyan.

Tê pêşbînî kirin ku ewê di sala 2050' an de 78 hezar keştiyê ji tengavê ra derbaz bibin.

Lê, rêpirsînek nîşan dide ku piranîya welatîyan li dijî projeyê derdikevin,wekî şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û partîya opozîsyonê CHP, ya ku ew endam e.

Rexnegir dibêjin ku ewê Projeya Qanala Stenbolê jingeha deryayî hilweşîne û hin ji ava şirîn ya bajêr bixe xeterîyê.

Karbidestên bankên payebilind di meha Nîsanê de ji Reutersê re gotibû ku hin bankên herî mezin yên Tirkîyê ji ber fîkarên jingehê û metirsîyên veberhênanê naxwazin projeyê fînanse bikin.

Rûsya jî bi fîkar e, jiber ku dibe qenal li gor xalên Peymana Montro (Montreux) ya 1936 neyê nirxandin, ku derbazbûna keştîyên şer yên dewletên ne ji herema Deryaya Reş ji Tengava Stenbolê, sînordar dike.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu beşdarî merasîma îro nebû û got ku çekirina vê pirê beşek ji projeya otobanê ya ku bi kanalê ve negirêdayî ye.


Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG