Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Jibo Çareserîya Du-Dewletî ya Qibrisê Bang Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di salvegera 47'an ya dagirkirina Tirkîyê ya bakurê Qibrisê pîroz kir û di merasîmên bîranînan de li ser mijarê axivî.

Erdogan, jinûve yekbûna Qibrisê red kir û ji bo çareseriya bi du-dewletî bang kir.

Ev banga Erdogan dibe ku aloziyên li rojhilatê Deryaya Sipî zêde bike.

Wî di axaftina xwe de Rûmên Qibrisî jiber têkçûna hewldana yekkirina giravê tawanbar kir û banga nêzîkatîyeke nû kir.

Her çiqas hewldanên Neteweyên Yekbûyî (NY) bo jinûve yekbûna giravê didome jî, girav di navbera Rûman û Tirkên Qibrisî de dabeşkirî maye.

Erdogan got, pêvajoyek nû ya danûstandinên li ser Qibrisê tenê di navbera her du dewletan de dikare were meşandin, û got, pêşî, divê serwerîya wekhev û statuya wekhev ya Tirkên Qibrisê were pejirandin, ya ku wî got kilîla çareserîyê ye.

Enqere tenê dewleta Tirkên Qibrisê nas dike, lê piranîya welatên din yên cîhanê jî tenê rêvebirîya Qibrisa Rûm nas dike.

Yekîtiya Ewrupa (YE) ku Qibris jî endam e, bi tundî li hemberî gavên jibo naskirina dewleta Tirkên Qibrisî derdikeve.

Lê, pisporê sîyasetê Cengîz Aktar ji Zanîngeha Atînayê dibêje, îhtîmal tuneye ku helwesta Erdogan li YE bandor bike yan encam bidest bixe, wî got, "Atîna û Qibris dê pirsgirêkê bînin rojeva Brukselê lê dizanin ku Bruksel bê didan e, jiber ku ew naxwazin ti tolekî ragihînin, ew naxwazin Enqereyê 'ceza bikin', jiber ku ew nizanin çi bi Enqerê re bikin. Bi rastî, wan dixwestin ku bi salan berê bi Enqerê re lihev bikin."

Her wiha, Erdogan êrîşî Amerîka û YE jî kir, û ew bi komploya dijî Qibrisên Tirk tawanbar kirin.

YE û Washington dibêjin ku ew bi biryarin, ku piştvanîya hewlên Neteweyên Yekbûyî bikin, ku giravek jinûve yekbûyî û mafên herdu civakan diparêze, armanc dike.

Huseyîn Bagci, serokê Enstîtuya Peywendîyên Derve ya li Enqereyê, dibêje ku Tirkîyê ewê hewlên xwe zêde bike da ku naskirina navneteweyî jibo Tirkên Qibrisî peyda bike, Bagci got "Tayyîp Erdogan naxwaze ku ne rewşa niha berdewam bike. Ev kartek din e ku ewê di qada navneteweyî de bilîze. Emê bibînin ka çend welat wê gotara wî, çareserîya bi du-dewletan qebûl dikin. Ewê welatên mîna Azerbaycan, Bangladeş û Pakistan dibe ku nas bikin."

Dibe ku alozîyên li ser Qibrisê zêdetir bibin, jiber ku Erdogan Rûmên Qibrisî bi lêgerîna enerjîyê di avên ku di serwerjîya Tirkên Qibrisî tawanbar dike. Tê bawer kirin ku li herêmê çavkanîyên gaza xwezayî yên berfireh hene.

Dema ku hêzên deryayî yên Yunanîstan û Tirkîyê li nava avên nîqaşkirî de rûbirû man, Washington û EU hewl didan ku alozîyan kêm bikin.

Lê, Aktar hişyarî dide ku helwesta Enqereyê ya ku her ku diçe tund dibe ku li herêmê alozîyê zêde bike û xeterîya tenêhiştina Tirkîyê hîn pirtir bike.

"Forumek gazê heye ku Qibrisê, Yunanistanê, Misirê û Îsraîlê bo dijberîya Enqereyê tîne ba hev; xebatên wan, hem aborî û hem jî leşkerî, dê li gor gavên Enqereyê bin," Aktar got.

Sîyaseta navxweyî dikare bibe sedemek li pişt helwesta Erdogan.

Pispor dibêjin ku piştgirîya Erdogan jiber aborîya xirab daketîye û serokê Tirk Erdogan bi helwesta tund ya di derbarê Qibrisê dixwaze bingeha xwe ya dengderên neteweperest yê Tirk xurt bike.

Jêder: Dengê Amerîka, Dorian Jones Istanbul

XS
SM
MD
LG