Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Moskow bi Enqerê re Dost E


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di vegera ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ser Amerîka axifî.

Erdogan, Serokê Amerîka Joe Biden rexne kir û da zanîn ku di salên borî de wî bi ti serokê Amerîkî peywendîyeke wek ya niha çênekiriye.

‘’Amerîka piştgirîyke pir û pir mezin dide rêxistinên terorê. Li şûna ku dijî wan têkoşînê bike, têkoşînê berdide û berovajî bi awayekî zêde çek, maşîne û kelûpelên leşkerî dide wan’’ Erdogan got.

Ew bi berdewamî ser Rûsya peyivî û dîyar kir ku Moskow bi Enqerê re dost e.

Wî da zanîn ku ew bi Rûsya re hevkarîyê dikin û ew li bendê ye ku Moskow helwestên cuda raber bike.

Serokomarê Tirkîyê da zanîn ku ‘’bala Amerîka niha li ser Sûrîyê ye’’ û dîyar kir ku ew û Rûsya Îran li wî welatî ne.

Erdogan got ku ew dixwazin peywendîyên xwe yên bi Rûsya re pêşde bibin û mezinahî bazirganîya bi wî welatî re heta 100 mîlyar dolar rakin.

XS
SM
MD
LG