Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje, Delîvek Baş Bo Diyaloga Amerîka Û Îranê Heye


Arşîv: Erdogan û Ruhani
Arşîv: Erdogan û Ruhani

Enqere, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Yekşemê gote hevpîşeyê xwe yê Îranê Hesen Ruhanî ku delîvek destdayî heye bo Amerîka û Îranê derbarê ambargoyê piştî daxuyaniyên vê dawiyê.

Serokatiya Tirkiyê daxuyaniyek weşand û got, ew dixwazin Amerîka sizayên li ser Îranê rake.

Roja Yekşemê Îranê got, pêdivîye pêşî Amerîka sizayên li ser Îranê hilîne, eger ku bixwaze veger peymana navokî ya sala 2015ê, Îran tekez dike ku ew derbarê peymana navokî li gel hêzên mezin dê pêngava pêşiyê ne avêjin.

Hefteya borî Amerîka gotbû ew amadene li gel Îranê danûstandinan encam bidin, û herdu welat vegerin peymanê da ku nehiêlin Îran bibe xwedî çekê navokî dema ku piranya sizayên nêvnetewî li ser Îranê bihên hilandin.

Di daxuyaniya seroaktiya Tirkiyê de hatiye"Serok Erdogan, hêvîxwze ku rêveberiya Amerîka sizayên yekalî yên li ser saziyên gelê Îranê rake, ku daxuyaniyên vê dawiyê pencereke çareseriyê vekirîye " daxuyaniya Erdogan dibîje.

"Ev rêbaza herî watedare ku hemî alî li xala çareseriyê bigihin hev û bi hevre car din kar bikin, ya giringe ku deriyê diyalogê vekirî bimîne, zêdebarî hemî astengiyan". Erdogan got.

Washington sala borî siza danîbûn ser Tirkiyê jî, jiber kirîna Sistema Berevnaiyê ya Rûsî.

Tirkiya ya ku gelek caran daxwaza hilandina sizayên Amerîka bo ser Îranê kirîye da ku vegerin peymana navokî ya bi welatên biyanî re.

Îranê dest bi binpêkirinên bendên peymana 2015ê kirîye piştî ku sala 2019ê rêveberiya Trump sizayên aborî li ser Tehranê feriz kirîn.

Washington û Tehran di nava hevrikiyê de ne kanê kî ji wan pêşî pêngavan bo zîndî kirina peyamnê biavêje. Îran rijde ku divê pêşî Amerîka sizayên ferz kirî rake, lê Washington jî dibêje, pêwîste pêşî Îran bi peymanê re pêgir be.

XS
SM
MD
LG