Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Pêşnîyara Amerîka ya Destjêberdana S-400'an Ne Rast E


Trump US Turkey
Trump US Turkey

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku pêşnîyara Amerîka ya destjêberdana mûşekên S-400 ya sîstema berevanî ya Rûsî ne rast e.

“Ne rast e ku ji me dixwazin em -S400’an ji destê xwe derxînin jiber ku tiştekî wiha dijî serwerîya me ye.”

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê ji Erdogan xwestibû ku dest ji kirîna sîstema S-400 berde ku perçeyên wê di meha Tîrmehê de giheştibûn Tirkîyê.

Tirkîyê heta niha karîbû ku xwe ji toleyên Amerîkî biparasta, lê Amerîka jî firotina firokên F-35 ji Tirkîyê re qedexe kiribû û ew ji programa hevbeş ya çêkirina firokên çerker derxistibû.

Erdogan, piştî hevdîtina ligel Trump gotibû ku wî derbarê mijara F-35’an helwesteke erênî ji Trump dîtiye.

XS
SM
MD
LG