Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Helwesta Tund ya Dijî Endamtîya Swêd û Fînlandîya ya NATO'yê Didomîne


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro careke din derîyê endamtîya Swêd û Fînlandiya bo NATO'yê girt.

Erdogan li Stenbolê piştî nimêja Înê ser pêyvajoya endambûna Swêd û Fînlandiya ya NATO'yê bi rojnamevanan re axifî û bersîvan piesên wan da.

" NATO rêxistineke ewlehîyê ye, em nikarin ji terorê ra bibêjin erê. Emê sibe Şemîyê bi Fînlandîya re biaxifin, lê em dijberîya xwe ya ser endamtîya wan bidomînin jiber ku ew mazûvanîya endamên komên terorîst dikin."

Erdogan dîyar kir ku wî îro ser vê mijarê bi serokwezîrê Hollanda re axifîye û wê sibe jî Fînlandîya, Brîtanya û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re bi rêka telefonê bipeyîve.

Lê, Erdogan zelel nekir ku ewê bi kîjan karbidestên Fînlandî û Brîtî biaxife.

Erdogan herwiha got ku ewê jibo ku dîplomasîya telefonê qut nekin hemErdogan û axaftin û nîqaşan bidomînin.

" Jiber ku hemû belgeyên van rêxistinên terorîst di destê me de ne û em qûrbanîyên vê yekê ne. Ger haya me ji hesasîyetên NATO'yê yên ser terorê hebe, em nikarin ji beşdarbûna rêxistineke bi vî rengî ya terorê ya NATOyê re bibêjin erê."

Erdogan got ku ew bo Swêd û Fînlandîya jî heman tiştî difikire û herwiha welek welatên endamên YE’yê di parlementoyên xwe de wan kesan didin axaftin.

Enqere dibêje ku Swêd û Fînlandîya kesên girêdayî koma çekdar ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û alîgirên Fethullah Gulen dihewînin, yên ku Enqere wek komên terorê dibîne.

Erdogan bi berdewamî welatên Rojavayî rexne kir jiber ku ew rexistina YPG'ê ya Kurdên Sûrîyê wek komeke terorîst nabînin, ku Enqere wê bi PKK'ê re vekhew dibîne.

"Niha li gelek welatên Ewrupa bi taybet jî li Almanya, Hollanda, Swêd, Fînlandîya û li Fransa rêxistineke terorê heye," Erdogan got.

Rêberên Rojavayî pêbawer in ku wê nerazîbûnên Tirkîyê werin çareser kirin û wê Enqerê li ber pejirandina endambûna Swêd û Fînlandîya asteng neke.

XS
SM
MD
LG