Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Wan Derbarê Firîngeha Kabulê Biryara Dawî Nedaye


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan berî ku dest bi serdana xwe ya Bosna bike, li Stenbolê preskonferansek li dar xist û ser mijarên girîng peyîvî.

Erdogan got ku Tirkîyê di derbarê daxwaza piştgiriyê ya Talîbanê ya bo xebitandina firîngeha Kabulê hîn biryara dawî nedaye û gotûbêjên bi Talîbanê re didomin.

Karbidestên Tirk vê hefteyê de ji Reutersê re gotibû ku Talîbanê jibo xebitandina firîngehê alîkarîya teknîkî ji Tirkîyê xwestiye, lê di heman demê de ji Enqerê xwest ku heta 31'ê Tebaxê leşkerên xwe vekişîne.

"Berî ku em li ser firîngehê biryarekê bidin, divê aramî li Kabulê pêk were û em bizanin erka ku tê bahs kirin çi ye. Metirsiyek heye ku meriv têkeve hindurê tiştekî ku dîyarkirina wê dijwar be."

Erdogan bi bîr xist ku Talîbanê soz daye ku ewê ewlehîya firîngehê bi cîh bînin. "Lê, me hîn biryar nedaye ji ber ku her dem îhtîmala mirinê û tiştên wiha li wir hene."

Daxuyanîya Erdogan di vê demê de tê ku di êrîşên terorîstî de bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG