Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Divê Talîban 'Dagirkirin' a li Afganistanê bi Dawî Bike


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Duşemê dîyar ku divê Talîban 'dawî li dagirkirina axa birayên xwe bîne'.

Erdogan berî serdana bakurê Qibrisê bike, ji rojnamevanan re li ser mijarê axivî û got, "Talîban pêwîst e ku dagirkirina axa birayên xwe bidawî bike û nîşanî cîhanê bidin ku aştî demûdest niha li Afganistanê serwer e."

Wî gragihand ku nêzîkatîya Talîban ne rêya ku divê Misilman bi hevûdu re têkildar bibin.

Hevdem, Erdogan hişyarîya Talîbanê ya derabrê encemên neyînî ku heke hêzên Tirk bo parastin û rêvebirîya balafirgeha Kabulê, li Afganistanê bimînin, paşgoh kir.

Enqere, piştî vekişîna NATO'yê rêvebirin û parastina balafirgeha Kabulê pêşkêş kiribû û jibo vê yekê bi Amerîka re, li ser piştgirîya darayî, sîyasî û lojîstîkî danûstandinan dike.

Rêxistina Talîban hefteya borî Tirkîyê li hember wan planan hişyar kir, ev plan wek stratejîyeke gunehbar bi nav kir û şermezar kir, her wiha di derbarê encamên neyênî de jî, hişyarî da.

Erdogan li ser pirsa di derbarê daxuyanîya Talibanê de wiha got, "Di daxuyanîya ku ji hêla Talîban ve hatîye ragihandin de, hevokek 'Em Tirkîyê naxwazin' tune ye." Erdogan got.

Jibilî wê mijarê, Erdogan got ku ew hêvî dike ku di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya îsal de mijara naskirina navneteweyî ya Kosovayê bi Serokê Amerîka Joe Biden re biaxive.

XS
SM
MD
LG