Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Duşemê ragihand ku Tirkîyê hêvî dike ku hevalbendê wê yê NATO Amerîka piştgirî bide wê û jibo kirîna mûşekên S-400 yên Rûsî toleyan dîyar neke.
Erdogan piştî civîna kabîneya xwe axifî û got ku ew jiber ku Washington pêyvajoya ragihandina toleyên dijî Tirkîyê dimeşîne, xemgîn e.
Ne toleyên ji Amerîka û ne jî cezayên ji Yekîtîya Ewrupa dê Tirkîyê ji parastina mafên xwe dûr bixe, Erdogan bi berdewamî got.
Reuters, ji zarê jêderan, hefteya borî ragihandibû ku Amerîka amade ye ku dijî Tirkîyê bi sedema S-400'an toleyan dîyar bike.
Hevdem, Kongressa Amerîka pêşnivîseke lêçûnên parastinê jî derbaz kir û tê de beşek jibo toleyên bi vî rengî heye.