Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan di Nameya Bo Trump de ji Amerîka Têgihiştineke Baştir Dixwaze


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokê Amerîka Donald Trump re nameyek şand.

Erdogan di nameyê de got ku piştî piştgirî û dabînkirinên dema pandemîya korona, ew hêvî dike ku Kongresa Amerîka girîngîya stratejîk bide têkilîyên bi wan re.

"Ez bi hêvî me ku di sibêrojê de, bi ruhê hevkarîya ku me di dema pandemîyê de nîşan daye, Kongres û çapemenîya Amerîka dê girîngîya stratejîk ya têkilîyên me baştir têbigehe”.

Erdogan got ku ew hêvîdar e Tirkîye û Amerîka di çareserkirina pirsgirêkên xwe de helwesteke derxin pêş.

Nameya Erdogan roja Sêşemê digel hinek alavên bizijkî yên Tirkîyê yên wek cilûbergên xwe parastinê û maske giheşte Amerîka da ku di kontrolkirina nexweşîya COVID-19 alîkarî bide Washingtonê.

Kongresa Amerîkî gef kiribûn ku ambargoyê dane ser Tirkîyê jiber kirîna sîstema berevanîyê S-400 ji Rûsyayê, lê Enqere jiber korona aktîfkirina sîstemê paş xistibû.

Têkilîyên Tirkîyê û Amerîka jiber nakokîyên wan li Sûrîyê di wan salên dawî da aloz bûne bi taybetî jiber piştevanîya Amerîkî jibo şervanên Kurd li wê derê û mehkûmkirina rêvebirekî bankayeke Tirk li Amerîka.

Di serê vê mehê de, karbidestên Tirk gotin Tirkîyê digel Amerîka giftûgo kirine ku rêyeke muhtemel ya danûstandinan ji Bankeya Navendî ya Amerîka peyda bikin û li ser rêyên din yên fînansmanê jibo kêmkirina zererên pandemîyê jî axifîne.

Bankeya Navendî ya Amerîka di nava krîzê da jibo destekkirina bazarê rêya danûstandinan fireh kiribû û guhertina dolaran digel pareyên çend welatên qebûl kiribû, lê Tirkîye di nav wan welatan da nebû.

XS
SM
MD
LG