Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Almanya Scholz Serdana Tirkîyê Didomîne


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Almanya Olaf Scholz li Enqere, 14 Adar, 2022
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û serokwezîrê Almanya Olaf Scholz li Enqere, 14 Adar, 2022

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Duşemê dîyar kir ku jiber êrîşa Moskowê ya dijî Ukrayna, hîn zû ye ku mirov ser kirîna çekên Rûsî yên zêdetir ji alîyê Tirkîyê ve şîrove bike.

Erdogan got ku Enqere piştî ku bibîne ka şert û merc çi dibin, wê biryarê bide.

Wî piştî hevdîtina bi serokwezîrê Almanya Olaf Scholz li Enqerê axifî.

Erdogan ragihand ku Tirkîye piştgirîya leşkerî daye Ukrayna, bi awayekî ku hevalbendên NATOyê nekarîbûne, tevî têkiliyên we yên bi Rûsyayê re.

Erdogan herwiha da zanîn ku Enqere şandina piştgirîya bo Kîevê didomîne.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî pêşwazîya danûstandinan kir; yên bo çareserîya şerê li Ukrayna di navbera Ukrayna û Rûsya û herwiha hewildanên din yên dîplomatîk ku didomin.

Lê, Olaf Scholz anî ziman ku divê danûstandin di demek nêz de encamên ku destûrê bidin agirbestê, derxinîn holê.

"Divê em piştrast bikin ku di demek nêz de encamên ku eê agirbesteke mimkin bike, bi dest bixin," Scholz got.

Ukrayna roja Yekşemê gotibu ku jibo destnîşankirina cih û çarçoveya danûstandinên bi Rûsya re, bi Tirkîye û Îsraîlê re wekî navbeynkaran dixebite.

Serdana Scholz ji dema ku di Rêbendana 2021'an de wî dest bi kar kiriye vir ve serdana yekê ya Tirkîyê ye.

Almanya hewl dide ku êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna bide sekinandin .
Fransa û Alamanya bo bidawîkirina şer di nava Yekîtîya Ewrupa (YE) de rola pêşeng girtine.

XS
SM
MD
LG