Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkîye Pêgirîya Ser Endamtîya Yekîtîya Ewrupa Didomîne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku Tirkîye pêgirîya ser endamtîya Yekîtîya Ewrupa didomîne, tevî ku wê sozên ku dane bi cîh neanîne.

Daxuyanîya Erogan rojeke piştî rexneyên tund yên Yekîtîya Ewrupa tê ku gotibû Tirkîye di demên dawî de gelek ji nirxên Ewrupa dûr ketiye,

Erdogan ku li Enqerê çend reformên warê dadwerîyê radigihand, got ku ewê şûna ku hemî malper qedexe bikin, ewê tenê hin beşên kêşebar yên wan malperan qedexe bikin.

Ansîklopedya înternetî Wikipedia ji sala 2017’an vir ve li Tirkîyê, bi sedema ewlehîya netewî qedexekirî ye.

Erdogan herwiha got ku ew bi ti awayî êşkence qebûl nakin û rê nadin karanîna wê, du roj piştî ku Baroya Enqerê ragihandibû ku 5 karmendên berê yên wezarete derve, di dema binçavkirinê de bûne armanca êşkence û reftarên xirab.

XS
SM
MD
LG