Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li New Yorkê Hat Protesto Kirin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li New Yorkê dema di civîneke civaka Misliman de diaxifî hat protesto kirin.

Di kombûnê de, ku Komîteya Berîdana Neteweyî ya Tirk Amerîkî li dar xistibû, piştî Erdogan dest bi axaftina xwe kir, xwepêşanderan pankart vekirin û bi Îngilizî gotin ‘’You are terroist’’ (Tu terorîst î)

Dema hêzên ewlekarîyê yên Otela Marriot Marqueis xwepêşander ji otelê derxistin, beşdarên civînê êrîşî xwepêşanderan kirin.

Piştî ku Erdogan jinûve dest bi axaftina xwe kir, xwepêşanderekî din jî ji salonê hat derxistin. Beşdarên civînê bi kutan li xwepêşander xistin.

‘’Em vê civîna xwe ya xweş jiber sê çar terorîstên salonan betal nekin’’ Erdogan got.

Protesto, berî kombûna Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump pêk hat.

XS
SM
MD
LG