Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Gefa Êrîşên Nû li Dijî Kurdên Sûrîyê Dike


Leşkerên Amerîkî liser riya Dirbasiyê, Rojava, bakurê Sûriyê.
Leşkerên Amerîkî liser riya Dirbasiyê, Rojava, bakurê Sûriyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend car in hişyarî daye ku Tirkiye amadeye li dijê şervanên Kurd yên YPG'ê û PKK'ê li Îraq û Sûriyê êrîşan bidomîne.

Meha borî hêzên esmanî yên Tirkiyê êrîşî şervanên Kurd li Şengalê û li Qereçoxê kiribû, jiber ku Tirkiye dibêje YPG hevpara PKK'ê ye, ewê di nav axa Îraq û Sûriyê de jî wan nehêle.

PKK ev demek dirêj e şerê hikûmeta Tirkî dike jibo bidest xistina mafên kêmaniya Kurdan li wî welatî, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa ew xistiye nav lîsta grubên terorê, lê Washington YPG weke hevalbendekî bi bandor yê di şerê li dij DAIŞ'ê de dibîne.

Yekîneyên şervanên Kurd yên ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin, tevgereke bihêz ya ramalîna cîhadiyan li herêmê dimeşîne.

Şêwirmendê siyasî Atilla Yeşîlada dibêje armanca PKK avakirina dewleteke nû ye. "Em dizanin ku Kurdên Sûriyê heza avakirina dewletek Kurdî heye, lê her tişt di destên PKK'ê de ye."

Şirovekar weha hizir dikin ku Erdogan bi tenê maye, lewma ew hemû îhtîmalan li ser masê datine.

Herwiha Haldun Solmazturk, generalê xanenişîn dibêje ku ew serederiya niha dê bibe risk bo Tirkiyê jiber ku niha Tirkiye bi tenê maye û hatiye îzole kirin.

Temamiya raporta nûçegihanê dengê Amerîka Dorian Jones ji Stenbolê.

Gefên Tirkiyê li Dij Grupên Kurd
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00

XS
SM
MD
LG