Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ger YPG Êrîş Bike, Emê Bersîvê Bidin


Reuters’ê ji zarê medya Tirk ragihand ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Washingtonê de ji Serokê Amerîka Donald Trump re gotîye ku ger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşî axa Tirkîyê bike, artêşa wê bêyî ku ji kesî bipirse dê bersîvê bide.

Karbidestên Tirk, li dijî fermana Trump ya jibo biçekkirina YPG’ê nerazîbûnên xwe nîşan dabûn, lê Erdogan li Qesra Sipî bi awayekî jixweber ew ferman rexne nekiribû.

Piştre, Erdogan li balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê ji rojnamevanan re fikarên Tirkîyê yên derbarê YPG’ê ragihandibûn ku ew wê yekîneyê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibînin.

‘’Me bi awayekî eşkere ji wan re got ku ger YPG yan PYD êrîşî axa Tirkîyê bike, bêyî ku em ji kesî bipirsin emê li gor qanûnên bersîvdanê tevbigerin’’ rojnameya Sabah’ê ji devê Erdogan ragihand.

Rojnameyê bi berdewamî dîyar kir ku Erdogan gotîye ku ew hevkarîya Amerîka û YPG’ê rast nabînin, û dixwazin ku roleke Tirkîyê jî li Sûrîyê hebe.

‘’Ez bawer dikim ku ewê jibo kêşeya Sûrîyê li derîyê me bidin’’ Erdogan got.

Karbidestên Amerîkî YPG’ê ji PKK’ê cûda digirin û dibêjin ku ew li erdê hêza herî xurt ya li dijî DAIŞ’ê ye.

XS
SM
MD
LG