Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê bi serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re bi telefonê axifîye, her du serokan bi rêya telefonê geşedanên derbarê şerê Rûsya û Ukrayna de, nirxandin kirine.
Ofîsa seroktîya ragihandinê ya Tirkîyê di derbarê têkiliya telefonî ya Erdogan û Zelenskyy de daxuyanîyeke belav kir.
weke di daxuyaniyê da hatî ku Erdogan gotiye, referandumên cudabûnê yên li çar herêmên di bin kontrola Rûsya yên li Ukrayna, hewlên bo çareserîyeke dîplomatîk ya dawîkirina şer, dijwar dikin.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku Erdogan kêfxweşîya xwe dîyar kiriye, jiber pevguhertina girtîyan ya di navbera Rûsya û Ûkrayna de ku ew demeke dirêj li ser xebitine ku bi serketî pêk were.
Erdogan herwiha ji Zelenskky re destnîşan kiriye ku peymana derfirotina danûdexilê Ukrayna ji ser Derya Reş baş dimeşe û heman şewaz dibe ku bo çareserîya alozîya ser santrala navokî Zaporizhzhia jî were kar anîn.
Wî hevdem daye zanîn ku pêşnîyara Tirkîyê ya navbeynkarîyê hê jî didome, bo avakirina heremeke ewle ya bêçek li nav û derdora Zaporizhzhia.