Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saûdî Asta Qedexeya Serdana Hecê Kêm Dike


Mizgefta Mezin ya li bajarê pîroz Mekke, Erebistana Saudî, 4 Cotmeh, 2020.
Mizgefta Mezin ya li bajarê pîroz Mekke, Erebistana Saudî, 4 Cotmeh, 2020.

Desthilata Erebistana Saûdî îro Yekşemê qedexeya serdana Umrê ku ev 7 meh e jiber tedbîrên li hemberî belavbûna vîrusa korona rahihandibû, bi qonax bi qonax radike.

Erebistana Saûdî ku di serê vê salê de bo oldarên navxweyî serdaneke sembolîk ya Hecê pêk anî, ji destpêka îro ve destûr da hemwelatî û rûniştvanên navxweyî ku dê bikaribin serdana Umrê bikin.

Herwiha ewê navenda Hec u tewafkirinê bi kapasîteya ji % 30, an rojane bo 6.000 hecîyan were kar anîn û dê ji 1'ê Mijdarê ve jibo Misilmanên ji derveyî welêt jî vekirî be.

Sala borî Saûdiyê, wê dewleta Kendavê pêşwaziya 19 mîlyon mêvanên umrê kiribû. Yasser el-Zehranî, ku piştî wendakirina karê xwe di dema qedexeyên sê mehan yên bi sedema pandemîya korona da, û niha bûye ajokarê rojane yê Uberê ji Reutersê got ku ev demeke pir xirab bû, hema hema kar tune bû ku ew heqê mesrefên xwe bidana.

"Tevahîya Mekke îro kêfxweş e, ew mîna xilasbûna ji zindanekê ye. Me bêriya hesta giyanî ya heciyan ku li bajêr digerîn, kiriye" wî ji Reuters re got.

Nîvê şevê, bi dehan hecîyên tomarkirî maskên rû li xwe kirin da ku bi komên piçûk bikevin Mizgefta Mezin.

Eman, ku hemwelatiyeke Pakistanî ye û li Erebistana Saudî dimîne, go "Ev sal giran û tijî diltengî bû. Ez bo hemî mirovahîyê jibo bexşandina Xwedê dua dikim."

Wê ji vir niha ve oldar nikaribin destê xwe bidin Ka'ibeyê,ku bi qumaşeke reş hatiye girtin û bi nivîsa Erebî ya bi zêr xemilandîye.

Berîya nexweşîya COVID-19, zêdeyî 1.300 otel û bi sedan firoşgeh bo xizmetên hecîyên ku serdana bajarên pîroz yên weke Mekke û Medînê dikirin, vekirîbûn. Lê niha piranîyan wan girtî ne.

Cîgirê Şah Mihemed Bîn Salman yê Saudî bi armanca firehkirina pişesazîya geştîyarîya welat plan dikir ku hejmera mêvanên Umrê di sala 2020'an de bigîhîjîne 15 mîlyon kesan,lê jiber vîrusa korona ev plana wî hilweşîya.

XS
SM
MD
LG