Lînkên eksesibilîtî

Li Celewla di Şerê Êşîrî de 5 Kes Hatin Kuştin


Çekdarên eşîreta Krûyan li bajarokê Celewla bişer hatin, di encam de, 5 kes hatine kuştin, piraniya wan bajarê Celewla bi cî hêlaye û çûne bajarê Baqûba senterê parêzgeha Diyala.

Bajarokê Celewla yek ji herêmên binakoke di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexda de, xwecihên bajêr ji Kurd û Ereban pêktê.

Çavkaniyeke ewlekarîya bajarê Celewla îro gote Dengê Amerîka "Grûba Krûyan ku piraniya wan çekdarin, liser pirsgirêkekê li Xan Benî Saad, şer di nava wan de derketîye, pêşîyê efserekê polîsan bi çeka xwe 4 kes kuştine, paşî efserê polîs jî hatiye kutin".

Herwiha ew çavkanî dibêje, termê polîs îro li bajarokê Celewla hatîye veşartin û termên 4 kesên din li Tiba Edlî ya Diyala dimînin.

Li gûr çakvkaniyên herêmê grûba Krûyan dest li gel çekdarên DAIŞ'ê hebûye, gelek pêşmerge liser destê wan jiyana xwe jidest dane, ew dixwazin vegerin bajarê Celewla lê desthilata herêma Kurdistanê qebû nake ew cardî vegerin.

XS
SM
MD
LG