Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebên Cizirê ji Raporta Amnesty International Eciz In


Arab Tribes YPG supporter against Amnesty International Report

Îro Înê, 16yê Cotmehê encûmen û êlên Ereban li Hesekê û Cezirê di preskonferansekê de bersiv dane rapora Amnesty International (AI).

Di wê rapora ku di 12yê mehê de hatibû weşandin, hêzên YPG weke hêza li herêmê tawanên cengê encamdane hatibû nîşandan.

Nûçegihanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka di civîna ragihandina Êlên Ereb amade bû ev konferans şopand, bi reng û deng gotinên her yek ji serek eşîr û Civata Maqûlên Ereb li herêma Cizîrê û Hesekê bi şandin.

Di gotinên xwe de ev serek eşîr didin xuya kirin ku rapor ji serî heta dawiyê ne rast e, rapor bi zanabûn û bi armanca mebesteke xirab hatiye amadekirin û weşandin.

Di beşeke din yên axiftinên serek eşîran de hatiye ku hêza YPGê hêza hemû xelkê herêmê ye, Kurd, Ereb, Turkmen, Êzîdî û Krîstîyan hemû bihevre weke bira dijîn, edalet û wekhevî heye.

Di heman demê de, fermandariya YPG jî îro Înê daxuyani li ser heman mijarê daye raya giştî. Di daxuyaniyê de tê gotin ku rapora AI şaşî û nerastiyan dagirtî ye û di gelek beşên raporê de hem şaşiyên yasayî di naveroka wê de hene.

YPG dide zanîn ku tevlihevî, nerastî û bêbextî di raporê de hene, rapor li jêr zext û givaştin hatiye nivîsandin, rapor ne bê alî ye.

XS
SM
MD
LG