Lînkên eksesibilîtî

Tugayên Ereb yên HSD'ê Hember Îhtîmala Operasyoneke Tirkîyê, ji Reqa Vedikişin


Hejmareke tugayên Ereb yên di nav Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ne, Tirkîye hişyar kir ku ewê hêzên xwe ji Reqa vekişînin, eger ew li Şehba neçarî rûbirûbûna artêşa Tirk bin.

Tugayan, sedema vê hişyarîyê bi zêdebûna liv û tevgera artêşa Tirk û êrîşên wê li ser Kantona Efrîn û Herêma Şehba ve girêdan û gefa vekişandina xwe ji pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ragihandin.

Tugayên Ereb, di daxuyanîyeke çapemenîyê de Tirkîye weke dagîrker nîşan da û kiryarên artêşa Tirk weke piştgirî bi DAIŞ’ê re şîrove kir.

Daxuyanî bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye hewil dide ku têkîlîya gelê Kurd û Ereb têk bibe û pirsgirêkan têxe navbera wan.

"Emê jibo şerê terorê û rûbirûbûna dagîrkerî, her di bin heman çeperan de bin û bi hev re rê nedin dagîrkerîya Osmanî ya nû".

Hêjayê bîrxistinê ye ku hejmareke tugayên Ereb yên HSD'ê wek Artêşa Şoreşgeran, Lîwaya Bakurê Demokrat, Hêza Êlên Ereb yên li Herêma Şehba, bo tevlîbûna rizgarkirina Reqa çûbûn wî bajarî.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG