Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Ereb bo Qatarê Banga Dîyalogê Dikin


Wezîrê Derve yê Bahreynê daxuyanîyê dixwîne
Wezîrê Derve yê Bahreynê daxuyanîyê dixwîne

Çar dewletên ku dijî Qatarê tole ragihandine dîyar kir ku ger Qatar hin şertên wan bi cîh bîne, ewê bi Doha re dîyalogê çêkin.

Wezîrên derve yên Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Misirê, piştî kombûna li Manama ya paytaxta Bahreynê daxuyanîyek da.

"Her çar dewlet, bi şertê ku Qatar piştgirîya bo terorîzmê rawestîne, mudaxaleyî karên navxweyî yên welatên din neke û daxwazên di lîsteya bi 13 xal de bi cîh bîne, ewê bi Doha re dîyalogê pêk bînin." di daxuyanîyê de hat gotin.

Qatarê, lîsteya bi 13 xal, bi sedema ku "desthilatdarîya Doha binpê dike" red kiribû.

Di lîsteyê de, şertên wek sînordarkirina peywendîyên Doha û Tehranê, girtina bingeha leşkerî ya Tirk ya li Qatarê, rawestandina weşana kanala El-Cezîre ya navend li Doha hebû.

Emîrê Qatarê Şêx Tamîn bîn Hamad el Thanî, hefteya borî dîyar kiribû ku seba bidawîkirina ambargoya çar dewlet, ew amade ne ku bi wan re dîyalogê çêkin.

XS
SM
MD
LG