Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Erebistan Saûdî Konferensa Opozisyona Sûrî Destpê Dike


Arşîv- Opozisyona Sûrî
Arşîv- Opozisyona Sûrî

Civînên opzisyona Sûrî li "Riyad" paytexta Erebistana Saûdî roja Çarşemê bi armanca parastina yekrêzya hêzên opozisyonê hatin destpêkirin.

Berî danûstendinên aştiyê li Cenevre ya ku, Netewên Yekgirtî bi armanca bidawî anîna şerê navxwe yê Sûriyê piştevaniyê didê, civînên Riyad tên encamdan.

Erebistana Saûdî piştevaniyê dide Desteya Bilind ya Danûstendinan ya ku Riyad Hîcab serokatiyê wê dikir, roja Duşemê ji nişkave wî û çend kesatiyên din yên desteya Bilind, îstîfa xwe pêşkeş kirin û li civînên Riyad amde nebûn, bê ku sedema îstîfayan bihê zelakirin.

Civîna li Riyad rojekê piştî seredana serokê Sûrî Beşar al- Asad ya Rûsya û encamdana dîdaran ligel serokê Rûsya Vladimir Putin pêkhatin, Putin'ê ku derbarê pirsgirkên li Sûriyê van rojan ligel serokê Amerîka Donald Trump û berpirsên Rojhilata Navîn axiftin kir bûn.

Beşar Asad vê dawiyê serkeftinên mezin ser hesaba hêzên opozisyonê û DAIŞ'ê bi alîkariya Rûsya û Îranê bidest xistin.

Îran weke hevkara herî nêzîk ya Asad û hevrika sereke ya Erebistana Saûdî tê dîtin, Saûdî ya dixwaze Asad liser desthilatê nemîne li Sûriyê û di dema desthilata demkî de Asad bihê dûr xistin.

De Mistura navgînê Netewên Yekbûyî bo danûstendinên aştiyê li Sûriyê, li hotêla Riyad îro kesatiyên opozisyonê yên di civînê de amade bûbûn hişyar kirin jibo lihev hatina derbarê"Rêbazek hevbeş", de Mistura di Peyva vekirina civînê de got"tîmeke yekgirtî û bihêz dê li civînên Cenevre bibin afrêner û pêwîstîya me bi tîmeke weha heye, jiber vê yekê divê ev tîm ji rêyekê pitir bicerbînin bo bicî anîna armancên ku em pêdivîn e".

Adil Jûbêr wezîrê derve yê Erebistana Saûdî roja Çarşemê got, çareserîya tekane ya duberîya heyî, dê bi rêya lihevhatinek gelemperî pêk bihê ku,li gûr daxwazên gelê Sûriyê bin.

Roja Çarşemê piştî bidawî hatina civînan, daxûyaniya girtinê hat weşandin û di daxûyaniyê hatiye ku Beşar Asad berî destpêkirina demgûhêz divê liser desthilatê nemîne.

XS
SM
MD
LG