Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Erebistana Saûdî di Sala 2023ê de 170 Kes Sêdaredan


Erebistana Saûdî û Darvekirin
Erebistana Saûdî û Darvekirin

Roja Duşemê Ajansa Peyamên Firansî AFP ragihand ku rayedarên Erebistana Saûdî sala borî ya 2023an cezayê îdamê li dijî 170 kesan pêkanî, ev jî li gorî sala 2022ê, ku 147 cezayên sêdaredanê hatbûn encam dan, zêdetire.

Frans Press dibêje li gor datayên fermî yên ku bidest wan ketine, roja Yekşema borî Erebistana Saûdî "cezayê darvekirinê da 4 welatiyên Saûdî ku bi tawna kuştinê hatine tawanbar kirin."

Du ji wan li bajarê Tebûk yê li bakurê welat û yek jî li paytext Riyad hatin îdam kirin û yê çaran jî ku bi tawana kuştina hevjîna xwe hatbû tawanabar kirin li Cazan ya li başûrê welatê hat îdam kirin.

Bi darvekirina wan çar kesan di sala 2023an hejmar kesên hatine darvekirin gehişt 170 kesan, ji wan 33 kes bi dosyayên girêdayî terorê û du leşker jî bi tawana xiyanetê.

Di meha Kanûna Pêşî de hejamra herî zêde bû ku di wê mehê de 38 kes hatine îdam kirin.

Li gorî AFP di sala 2022an de ku 148 kes hatin îdam kirin, ji wan 81 kes di rojekê de hatbûn îdam kirin, ev jî bûbû sedema nerazîbûnên navnetewî.

Her çende hejmara darvekirinan di sala 2023an de zêdebû lê dîsan ne gihişt hejmara sala 2019ê ku 187 kes hatbûn îdam kirin.

Li gorî raporeke Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) îdamkirin di sala borî de li Îran û Erebistana Saûdî bi awayekî berçav zêde bûne. Bi tenê sala borî wan du welatan zêdetir ji 500 kes bidarve kirine.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG