Hûsîyên Yemenê yên ku ji alîyê Îranê ve tên piştgirîkirin, îro Sêşemê di nav kêmtirî hefteyekê de ji bo cara duyem êrîşî avahîya herî bilind a li Riyada paytexta Erebistana Siûdî kir û di encamê de herî kêm 11 kes birîndar bûn.
Hevpeymanîya bi serokatîya Siûdîyê, ku li Yemenê şerê Hûsîyan dike, da zanîn ku avahîyeke mezin a li bajarê Riyadê rastî êrîşeke terorîstî hatîye, lê hûrgilîyên din parve nekir.
Avahî cara yekem di 19’ê Mijdarê de ji alîyê Hûsîyan ve hatibû lêdan, ku di encamê de zirar çêbûbûn lê kes birîndar nebûbû.
Mîlîşyayên Hûsî ku piranîya rojavayê Yemenê, tevî paytext Senayê kontrol dikin, ji Tîrmehê ve dema ku şerê navxweyî yê Yemenê ji ber şerê Amerîka û Îranê dîsa destpê kir, êrîşî firokxane, navendên petrolê û avahîyên kar ên Siûdîyê dikin.
Êrîş bûne sedem ku piranîya geştên esmanî yên navneteweyî yên bo Riyadê bên betalkirin û Erebistana Siûdî neçar bimîne ku helkeftên mezin ên navneteweyî paş bixe an jî betal bike.
Li Yemenê jî, şer bûye sedema krîzeke mirovî û ji meha Tîrmehê ve bi sed hezaran kes ji malên xwe koçber bûne.